Li ser sînorê Kobanê bicîhkirina wesayitên paletli
11:21
JINHA
KOBANÊ – Berxwedana welatiyên Kobanê li hemberî dîwarê ser sînor tê çêkirin berdewam dike. Li ser sînor bi cîh kirina gelek wesayitên zirxiyên paletli balê dikişîne.
Duh polis û leşkeran êrîşî Kobaniyên li bember dagirkirin û çêkirina dîwar axa xwe diparêzin kirin 2 kes qetilkirin bi dehan kes jî birîndar kirin. Nobeta welatiyên Kobanê îro jî berdewam dike. Di saetên serê sibê de polis û leşker bi wesayitên zirxiyên paletli dîwarên çêdikin derbaskirine ketine nava axa Kobanê.
Welatiyên li ser sînor di berxwedanê de diyar kirin ku dê desturê nedin çêkirina dîwar. Niha libendêmayîna ser sînor berdewam dike.
(ekip/zt)