Li hemberî dagirkeriyê diruşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê’

12:09

JINHA

KOBANÊ – Li ser xeta sînor welatiyên kobanê li hember dagirkirinê diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dikin. Welatiyên di nava berxwedanê de ji Bakurê Kurdistanê alikarî dixwazin.

Bi rojane welatiyên Kobanê li hember çêkirina dîwarê ser sînor di berxwedanê de nin. Welatiyan dan zanîn ku ewê ticarî desturê nedin dagirkirina axa xwe. Li cihê berxwedanê ku di êrîşên duh de du kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndarbûn niha dengê diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” bilind dibe. Li gel êrîşan jî çalakiya berxwedana welatiyên Kobanê ser sînor berdewam dike. Welatiyên di berxwedanê de dibêjin: “Encam çî dibe bila bibe em ê axa xwe neterikînin û desturê nedin avakirina vî dîwarê şermê. Daxwaza me ewe ku welatiyên Bakurê Kurdistanê piştevaniya me bikin. Bi rojane em li ser vî sînorîne û em ê hina jî li vir bin.”

Berxwedana welatiyên bertek nîşanî bicîhkirina gelek wesayitên zirxiyên paletli ser sînor berdewam dike.

(zt)