Bi riya perwerdê jin xwe dighînin civakê

12:11

JINHA

TIRBESIPIYÊ - Komîteya Kongreya Star bi armanca xwe gihandina tevahî jinan dewreyên perwerdekirina endamên sazî û rêxistinên jinan daye destpêkirin.

Komîteya Perwerdeya Kongreya Star ji bo bikaribe xwe bigihîne tevahiya jinan, li bajarên Kantona Cizîrê hejmarek ji jinan perwerde dike. Jinên ku tevlî perwerdê bûne, piştî dewre qediya dê xwe bighînin tevahî jinan û wan perwerde bikin. Di vê çerçoveyê de li Tirbesipiyê jî 15 jin ên ku endamên sazî û rêxistinên girêdayî Kongreya Star in, perwerde dîtin û dewreya xwe bi dawî kirin. Jinên ku di mijarên wek dîroka jinê, jîneolojî, jiyana azad a li Rojhilata Navîn, cinsiyetparêziya civakî û hwd. semîner dîtin, dê demên hewce ji komîn û meclîsan re semîner û perwerde bidin. Perwerde heftiyê rojekê û çar mehan dirêj kir.

Bi armanca dawîkirina dewreya perwerdeyê li Navenda Kongreya Star a li bajêr jin hatin gel hev û di serî de ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Paşê endama Komîteya Perwerdeya Kongreya Star, Leyla Qerehman nêrînên xwe derbarê perwerdeyê anî ziman. Leylayê destnîşan kir ku, armanca perwerdê zanistiya jinan pêşxistine û xwe gihandine tevahî jinên civakê ye.

Piştî ku jinan nêrîna xwe parvekirin, bi kêfxweşiyek mezin dewreya xwe yê perwerdê bi dawî kirin

(zc/en/rc)