‘Em niha di nava şêwirmendiyek pir mezin de nin’

12:43

JINHA

STENBOL-Editora Rojnama Evrenselê Elif Ekin Saltik a ku li ajansa me nûçegihana dildare başkişand ser bi îskencê binçavkirina rojnamevanan û got: “Tiştek ji bîr kirî heye, em niha di nava şêwirmendiyek pir mezin denin.”

Kampanya “Nûçegihaniya Dildar” a ku bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) yê hatî despêkirin li Stenbolê berdewam dike. Li DİHA yê Dayika Şemiyê Hanim Tosun dest bi nûçegihaniyê kir, Editora Rojnama Evrenselê Elif Ekin Saltik jî li ajansa me ya JINHA yê dest bi nûçegihaniya dildar kir. Elif Ekin tevlî civîna rojevêbû û pêşiniyarên nûçeyan kir. Dê îro Elif nûçeyek di derbarê bi KHK yê serbestberdana mêrên qatil, lê jinên li gel parastina xwe ya cewherî kirine jî nayên berdan de nûçeyekê çêke

'Em di nava şêwirmendiyek mezin denin'

Elif şêwirmendiya bi çapemeniya dildar re giring dît û got: “Tenê ji ber nûçe çêkirine wêne û dîmenên nûçeyê hincet nîşan dane û bi wî awayî gelek hevalên me yên rojnameger girtine û di girtîgehê denin. Niha jî kincên li ser diqetînin û bi îskencê digirin binçavan. Lê tiştek ji bîr kirî heye, îro em di nava şêwirmediyek mezin denin.”

'Divê her welatî weke nûçegihanekê bixebite'

Elif destnîşan kir ku divê her kes di nava şêwirmendiya çapemeniya azad de cîh bigirin û wiha domand: “Ev şêwirmendî gelek giringe, ji bo wê jî divê her welatî li gel çapemaniya azad cihê xwe bigirin. Divê her welatî weke nûçegihan berpirsiyarî bigirin, xwe bigihînin rastiyan û nehêlin rastî bên reşkirin. Ji bo wê jî divê her welatî weke nûçegihanekê bixebite.”

(zt)