‘Armaca bingehîn êrîşî girtiyan kirine’

13:10

JINHA

STENBOL – Girtiyên jinên siyasiyên Girtîgeha Bakirkoyê bi zorê ji qowişên wan derxistin. Parêzera OHD’ê Şule Recepoglu diyar kir ku tindiyan bi keyîfî dikin, armanca wan a bingehîn êrîşkirina girtiyane.

Piştî OHAL ê tindiya ser girtiyan jî her diçe zêde dibe. Herî dawî di rojên derbasbûyî de leşker û gardiyanan êrîşî qowişên B-5 û B-6 ên Girtîgeha Tîpa L ya jinên siyasî kirin. Destur nedan jinên girtî tiştên xwe jî li gel xwe bînin wan birin qowişên C-4 û C-5. Duh parêzera OHD’ê Şule Recepoglu bi girtiyên di hindirê girtîgehê de hatine sirgunkirin ziyaret kir. Şule da zanîn ku bi keyîfî û tind êrîşî girtiyan kirine.

Şule destnîşan kir ku di demên dawî de îdare tind nêzî girtiyan dibe û wiha domand: “Serê sibê êrîş kirin û tiştên li gora wan zêde hemû rakirin birin. Ji xwe berê de jî gelek tiştên girtiyan girtine. Miwekîlên me bertek nîşan dane û gotine; ‘Hunê êdî heya kengê bên çî bigirin.’” Şule bilêv kir ku di dema serdegirtinê de heya mînderên wan ên ji bo zivistanê çêkirine û gulên wan jî birine û wiha dom kir: “Tiştên dibin li gora çi zêdeye em nizanin. Sepandinên keyîfî hene. Piştî nîvro jî tên qowişan diguherin. Dema ku girtî bertek nîşan didin tên darbkirin. Ev saleke girtî bi baldarî nêzdibin. Ji ber armanca wan a sereke êrîşî girtiyan kirine.”

(zt)