Eger dîwar bê lêkirin ew ê baxçeya xwe wenda bike

14:19

Binevş Sarya/JINHA

KOBANÊ - Ji ber dîwara şermê ya ku Tikiyeyêli ser sînora Kobanê lêbike, Sefa Temî dê baxçeyê xwe wenda bike. Sefayê diyar kir ku, eger dîwar lêbikin dê baxçeya wê li aliyê sînora Tirkiyeyê bimîne û got ku ew ê destûr nedê vê yekê û wiha got: "Em ê destûr nedin di sedsala 21'mîn de dîwarê şermê bên lêkirin."

Piştî dewleta Tirkiyeyê dest bi dagirkirina sînor kir, gelê Kobanê bi çalakiya girtina nobetê ber xwe didin. Sefa Temî ya ku baxçeya xwe ber sînor çandiye, bi lêkirina dîwarê şermê re ew ê baxçeyê wê ji dest biçe. Sefayê ji bo baxçeyê xwe wenda neke hem baxçeyê xwe avdide hem jî tevlî çalakiya nobeta sînor dibe. Sefayê anî zman ku, ew ê heya dawî li ser axê xwe berxwe bide û wiha got: "Eger Tirkiyeyê dîwarê şermê lêbike, ew ê baxçeyê min ji dest min here. Ez naxwazim baxçeyê xwe wenda bikim. Li hember vê bê hiqûqiyê heya dawî ez ê li ber xwe bidim."

'Em ê destûr nedin axê me perçe bikin'

Sefayê ku her roj tê baxçeyê xwe dinêre û avdide wiha axivî: "Îro ez ji bo avdana baxçê û berhevkirina zebzeyên gihêşî hatim. Hem li baxçeyê xwe dinêrm hem jî tevlî çalakiya nobetê dibim. Em ê tu car destûr nedin dagirkerin ku axên me dagir bikin. Di salên borî de desthilatdar û dagirkeran axên me ji hevkirin. Lê di sedsala 21'mîn de em ê destûr nedin dîwarên şermê lêbikin. Gel ne gelê berê ye. Li ber xwe da û dê li ber xwe bidin.".

Hem sînor hem jî baxçeyê xwe diparêze

Sefayê destnîşan kir ku, dewleta Tirkiyeyê êrîşê gelên Kobanê yên ser sînor ber xwe didin kiriye û got ku, dewlet bi van êrîşan dê nekaribin berxwedana gel bişînin. Sefayê bi lêv kir ku, ew hem sînor hem jî baxçeyê xwe diparêze û wiha pêde çû: "Tevî çalakvanên nobetê em baxçe avdidin. Ji ber bombeyên gazê baxçeyê min jê bandor dibe. Em ê li ser sînor çalakiyê xwe bidomînin. Ez bang li gelê bakûrê Kurdsitanê jî dikim; werin em bi hevre xwedî li ax derkevin û biparêzin. Em destûr nedin kes me ji hev bike."

(rc)