Ji Jinên ereb re pergala MSD'ê hat vegotin

14:31

JINHA

HESEKÊ-Buroya Jinê ya MSD'ê serdana jinên ereb ên bajarê Hesekê kirin û sîstema MSD'ê ji wan re vegotin.

Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi aramanca danasîna Sîstema MSD'ê civînek ji jinên ereb ên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê re pêk anî. Civîna ku li navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a taxa Miftî hat li darxistin de, bi dehan jinên ereb beşdar bûn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de, endama MSD'ê Sara Mistefa axivî û bal kişand ser 6 salên derbasbûyî yên şoreşa Sûriyeyê û armanca avakirina MSD'ê û wiha got: "Ji bo çereseriya aloziya Sûriyê, gelek civîn ên di asta navnetewî hatin lidarxistin, lê tu encam bi xwe re ne anî. Em xwedî projeya çareseriyê ne, lewma Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hate avakirin, ji bo bikaribe aloziya heyî di bingeh de çareser bike."

Endama Buroya Jinê ya MSD'ê Gulîstan Îbrahîm jî anî ziman ku di aloziya Sûriyeyê de jinan para xwe girt û gelek êş û zehmetî kişandin, rastê koçberî, destdirêjî, wendakirina zarokan hatin. Gulîstanê da zanîn ku, MSD'ê dê mafê hemû jinan misoger bike û rê li pêşiya wê veke ku rola di civakê de bilîze.

Her wiha Endama Buroya Jinê ya MSD'ê Îlham Omer jî da zanîn ku siyaseta xeta sêyemîn a ku Rojava hilbijartiye mafê hemû pêkhateyan diparêze û wiha pê de çû: "Di xete sêyemîn de me karî gelek serkeftinan bi dest bixin û mafên hemû beşên civakê misoger bikin. Ev daxwaziya gelê me bû û em ê li gor daxwazên wan tevbigerin." Îlhamê ji jinên Ereb jî daxwaz kir ku cihê xwe bi berfirehî di nava MSD'ê de bigirin û rêxistina xwe xurt bikin.

Jinên Ereb jî piştigriya xwe ji bo MSD'ê anî ziman û diyar kirin ku ew ê ligel vê sîstemê cihê xwe bigrin. Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

(ee/e/rc)