'Divê demildest tecrîd were rakirin'
14:51
JINHA
QAMIŞLO – Mala Jinê ya li taxa Kornîşa bajarê Qamişlo li beramberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û xwestin demildest tecrîd were rakirin.
Mala Jinê ya taxa Kornîşa bajarê Qamişlo, bi daxuyaniyekê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin. Daxuyanî li ber Navenda Mala Jinê ya taxa Kornîş ji hêla rêvebira Kongreya Star a taxê Emel Şemdîn ve hate xwendin. Emelê diyar kir ku ew tecrîda girankirî şermezar dikin û wiha got: "Divê hêzên navneteweyî ji bo azadiya Rêberê me bikevin nava liv û tevgerê. Em vê tecrîdê qebûl nekin. Rêber Apo serokeke ku ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Ji bo demokrasî, azadî û aştiyê a hemû gelan têkoşîn dike. Yê ku çavkaniya fikir û felsefeya azadiyê ye rastê zilmeke mezin tê."
Emelê bêdengiya raya giştî û rêxistinên mafê mirovan jî bi bîr xist û wiha domand: "Yên bi navê mafê mirovan xwe pênase dikin, çima çavên xwe digrin? 18'e sal e ku Rêberê me bê ku tu tewana wî hebe di girtîgehê de tê ragirtin. Rêberê me tenê ji bo azadiya gelan têkoşîn dike. Em ji Tirkiyê dixwazin demildest dawî li tecrîdê bînin. Divê gel ji bo azadiya Rêber Apo her di nava çalakiyan de bin.
Jinan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok Jiyan nabe" û "Bijî Berxwedana Îmraliyê" dawî li daxuyaniya xwe anîn.
(şz/en/rc)