Artêşa Tirkiyeyê dest bi lêkirina dîwarê şermê kir
15:34
Îlon
3
/ 2016
JINHA
KOBANÊ - Dewleta Tirkiyeyê li ser sînora Kobanê dest bi lêkirina dîwara şermê kir.
Artêşa Tirkiyeyê bi rojane hewl dide dîwarê şermê lê bike û sînor dagir bike, lê rastî berxwedana gelê Kobanê tê. Ligel ku bi rojane çalakvan nobeta sînor digrin jî, îro artêşa Tirkiyeyê bi wesayîtên zirxî sînor derbas kirin û dest bi lêkirina dîwarê şermê kirin. Berxwedan û nerazîbûna gelê Kobanê berdewam dike.
(rc)