Zarokên Rojava hunera xwe di mêrhrîcanê de nîşan didin
08:23
JINHA
RIMÊLAN - Mîhrîcana Zarokên Rojava di roja sêyemîn de bi coş a zarokan didome.
Li Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlan 2. mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê ku di 1'ê mehê de destpêkiriye, bi hemû coşa xwe didome. Di roja sêyemîn de komên Dirbêsiyê ya bi navê Mîtan a govendê, koma Şehîd Peyman ya mûzîkê, koma Şehîd Hêvî ya şanoyê derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Herwiha koma ji bajarê Til Temir a bi navê Şehîd Solîn bi şenoya xwe ya dewlemend û hestyar rastê çepikên temaşegeran hat. Koma Kulîlkên Til Temir jî lîstokên folklorî yên govendê pêşkêş kirin.
Roja sêyemîn a mîhrîcanê bi şadî û dîlana zarokan dawî bû.
(rd/en/zt)