ROJEVA 04'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Di çarçoveya OHAL’ê de ji ber pêkanîna serbestiya bi kontrol gelek mêran fêde girt û jinên ku mafê xwe yê parastina cewherî bikaranîn hîna di girtîgehan de ne. Nûnera Giştî ya Platfoma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kavê diyar ki rku feraseta mêr ya darazê berdewam dike û got ew dixwazin daxistina ceza ji bo jinan derbasdar be.
*Jinên ciwan piştgirî dan deklerasyona siyasetmedarên Kurd û got ew wek gel ji bo greva birçîbûnê amade ne û gotin heta agahî ji Îmraliyê neyê girtin wê her rê biceribînin.
*Halîme Ekîncî ya ku ji qontara çiyan catirê berhev dike, amedekariya zivistanê dike.
*Jinan diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û gotin: "Çawa mirov nekarin bê av, nav û hewa bijîn em jî bê rêbertiya xwe nekarin bijîn. Ji bo aştî û demokrasiya vî welatî divê Abdullah Ocalan azad be."
*Jinan li Parka Abdî Îpekçî ya Sihhiyeyê bazara alavên kevn vekirin. jin di vê bazarê de alavan bi buhayekî kêm difroşin û bi vê rê debara xwe dikin.
*STK’yan bertek nîşanê kayyumên bên tayînkirin da û diyar kirin ku kayyum di heman demê de darbeyek li dijî qezencên jinane û gotin divê hemû jin li dijî vê biryarê rawestin.
*Mala Dengbêjan a ku di pêvçûnan de hatiye gulebarankirin rastî eleqeyeke mezin tê. Dengbêj Feleknaz Esmer bi klaman berxwedana Sûrê bi herkesî dide nasîn.
*Jinên Hesekê nêrînên xwe derbarê qetilkirina jinan nêrînê xwe parvekirin û gotin: "Divê êdî li hember hişmendiya mêrê serdest têkoşîneke mezin bê dayîn."
*Endamên Mala Jinê, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser bajarê Cerablûs û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û gotin: "Ev planek navnetewî ye. Ji bo şikandin û vala derxistina vê lîstikê em ê li ber xwe bidin."