Jinên ciwan: Heta ji îmraliyê agahî neyê girtin emê serî li her rê bidin
09:03
JINHA
WAN/AMED – Jinên ciwan piştgirî dan deklerasyona siyasetmedarên Kurd û got ew wek gel ji bo greva birçîbûnê amade ne û gotin heta agahî ji Îmraliyê neyê girtin wê her rê biceribînin.
Di 31’ê Tebaxê de siyasetmedarê Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe deklerasyonek aşkera kirin û gotin wê bikevin greva birçîbûnê. Ji gelê Wanê piştgiriyek mezin hat. Ji jinên ciwan Şeyda Kurtê got ew piştgiriyê didin greva siyasetmedaran û wiha got: “Ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ev fikarên me zêde dikin. Ev salek zêdeye agahî jê nayê girtin. Ji 5’ê nîsanê û vir de bi malbatê re hevdîtin nayên kirin. Em piştgiriyê didin deklerasyona siyasetmedarên Kurd."
‘Em wek gel xwedî li grevê derkevin’
Gurbet Kiya jî diyar kir ku piştî OHAL’ê hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye qedexekirin û got: “Di alî tenduristiya Abdullah Ocalan de fikarên me yên cidî hene. Serlêdanên parêzeran ti encamê nagirin. Em li pişt deklerasyona siyasetmedarên Kurdin. Ger hewce be em wek gel dikarin bikevin girevê. Divê gel xwedî li girevên birçîbûnê derkevin.
‘Em heta dawî li pişt deklerasyonê ne’
Ozlem Ardayê jî wiha got: “Piştî hewldana darbeyê pêkanînên OHAL’ê tecrîd girantir kiriye. Em bi salane ji birêz Ocalan agahiyê nagirin. Ev du sal e li ser Birêz Ocalan tecrîda giran tê pêkanîn. Em ji tenduristiya Birêz Ocalan bi fikarin. Em heta dawî li pişt deklerasyona hatiye aşkerakirinê ne.”
Ji gundê Tiyaxsê ya Pasûra Amedê Azîze Karahanê got deklerasyonê hêvî daye gelê Kurd û balkişand ser komkujiya Dîlokê û got: “dewletê bi komkujiyê bersiv da banga aştiyê ya KCK’ê. Deklerasyon bi rastî jî nîşanê me dide ku aştî lezgîne. Divê piştgirî ji bo deklerasyona KCK’ê bê dayîn.”
Azîzeyê da zanîn ku hêzên dewletê li dijî deklerasyona KCK’ê bê bersiv maye û got greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd ku didin destpêkirin gelek girînge. Azîzeyê bi lêv kir ku kesên xwedî wijdan bedena xwe li dijî şer dikin grevê û got ev gelek watedare.
(ekip/hu)