'Em bêyî rêbertiya xwe nekarin bijîn'

09:05

JINHA

STENBOL/AMED - Jinan diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û gotin: "Çawa mirov nekarin bê av, nav û hewa bijîn em jî bê rêbertiya xwe nekarin bijîn. Ji bo aştî û demokrasiya vî welatî divê Abdullah Ocalan azad be."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha agahî jê nehatiye girtin û piştî hewldana darbeyê fikarên têkildarî wî de zêde bûn. Jinan têkildarî tecrîdê de gotin heta Abdullah Ocalan neyê berdan wê çalakiyan pêk bînin.

Divê gel rabin ser piyan

Behiye Dagê diyar kir ku divê gelê Kurd li dijî tecrîdê rabin ser piyan û got ev rewş nayê qebûlkirin. Behiyeyê got: "Gelê ku rêbertiya wê ne azad ew jî ne azade. Heta Abdullah Ocalan neyê berdan emê çalakiyan pêk bînin. Ji ber ji îmraliyê agahî tine em bi fikarin. Çawa mirov bê nan, av nekarin bijîn em jî bê rêbertiyê nekarin bijîn. Li vî welatî aştî û demokrasî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane."

'Divê çalakî bên mezinkirin'

Husniye Kuçukkeleşê jî got divê tecrî rabe û wiha berdemam kir: "Gelê Kurd têkoşere. Heta rêbertî bê berdan wê têbikoşe. Divê hevdîtina bi Ocalan re demildest bê destpêkirin. Divê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çalakî bên mezinkirin. Divê nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen di çalakiyan de cih bigirin.

Vîldan Erzanê jî bertek nîşanê tecrîda giran da û got dewlet wan bi rêbertiyê wan dide tirsandin, lê wê encamê negirin.

Emîne Caynakê jî got armanca tecrîdê ewe ku gel û rêbertiya wan ji hev bidin qûtkirin û got tecrîd şer kûrtir dike.

Hevseroka HDP'a Stenbolê Ayşe Guzelê jî wiha got: "Em tecrîdê qebûl nakin. Ji bo gelê Kurd cihê Abdullah Ocalan girînge. Ji bo gelê Cîhanê jî girînge."

Rêvebera DBP'a Baglarê Mehtap Metînê jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd û bi taybet jî jin li eniya pêş ji bo azadiya Birêz Ocalan dengê xwe bikin yek.

(kom/hu)