‘Biryara kayyumê darbeyek li dijî qezencane’

09:08

JINHA

AMED – STK’yan bertek nîşanê kayyumên bên tayînkirin da û diyar kirin ku kayyum di heman demê de darbeyek li dijî qezencên jinane û gotin divê hemû jin li dijî vê biryarê rawestin.

Bertekên li dijî tayyînkirina kayyuman her diçin zêde dibin. Di vî alî de rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirin ku ew van kayyuman nas nakin û bang li hemû gel û jinan kirin ku li dijî vê berxwe bidin.

‘Nêzîkatiyek dij demokratîk’

Hevsroka Şaxa Hejmar 1a Egîtîm Senê Havva Karahanci got sendîka vê biryarê rast nabînin û got: “Nêzîkatiyên wisa nêzîkatiyên dij demokratikin. Hilberîna zîhniyeta serdest a mêr e. Em vê yekê wek darbeya li dijî demokrasiyê dinirxînin.”

Havvayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev biryar zirarên mezin didin civakê û aştiyê û got: “Divê qanûna tûrik ya pêşkêşî lijneya giştî hatiye kirin demildest bê vekişandin. Tirkiye demên dijwar de derbas dibe. Em bi pêvajoyek darbeyê de derbas bûn. Em wisa dikirin ku pêkanînên wisa wê zirarek mezin bidin civakê. Ji ber vê divê demildest ev pêşnûme qanûn bê kişandin.Ji bo me ya esas îradeya gele. Çi ji destê me bê emê bikin.”

Havvayê di dawiya axaftina xwe de anî zimain ku wê tayînkirina kayyuman darbeyek mezin li cihê jinan ya di siyastê de bixe û got ev tişta tê kirin hilberîna zîhniyeta serdets ya mêre. Havvayê bi lêv kir ku ev jî bi xwe re wê jinan ji qada jiyana kar dur bixe û di encamê de jî divê jin li dijî vê têbikoşe û li dijî kayyuman rawestin.

‘Deshilatdarî dixwaze wisa tolê bigire’
Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhanê jî da zanîn ku bi awayekî aşkera kayyum êrîşeke li dijî îradeya gel e û wiha got: “Yên di hilbijartinan de dibêjin îradeya netewî, dibêjin îradeya gel îro êrîşê îradeya gel dikin. rewşeke din ya bi vê re dertê holê jî dixwazin bi vî awayî tolê ji gelê Kurd bigirin. Ji ber herêmê deng nedanê dixwazin kayyuman tayîn bikin. Ev tişta tê kirin eleqeya wê bi şaredartiyê nîne. Bi tevahî zilmeke li dijî gel û îradeya wê ye. di aliyê vê yê bê qebûlkirinê nîne.”

Fatmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku helwesta herî girîng ya ku bê girtin nenaskirina kayyumane.

(mm-sa/hu)