Jinên Hesekê: Divê têkoşîn bê bilindkirin

09:11

Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA

HESEKÊ- Jinên Hesekê nêrînên xwe derbarê qetilkirina jinan nêrînê xwe parvekirin û gotin: "Divê êdî li hember hişmendiya mêrê serdest têkoşîneke mezin bê dayîn."

Jinên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê, têkîldarê bûyerên qetilkirina jinan nêrînê xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê li hember pergala desthilatdariyê asta têkoşînê bê bilind kirin. Rêvebera Kongreya Star Enûd Qero di derbarê êrîşên pergalê ya li hember hêza jinan diyar kir ku, divê hişmendiya serdestiya mêr ya di nava civakê de hatî çandin de ji holê bê rakirin û wiha got: "Zihniyeta serdest jinê tenê wek kole dibîne û wek namûsê pênase dike. Ev yek dibe sedema qetilîamên hovane."

'Divê hemû têgehên civakî dubare werin şirovekirin'

Enûdê bal kişand ser têgehên kevneşopî û wiha domand: "Divê hemû têgehên civakî dubare werin şirovekirin. Pêwîste civak têgeha namûs û şerefê jî dubare bizanibe. Em jî dibêjin ku şeref û namûsa me erd, welat, civak e, yê ku van biparêze xwedî şerefe.Hin ciwan hene ji ber ku pêşiya zewaca wan tê girtin, bi hev re direvin. Lê di civaka me de ji jina ku bireve re sizayê kuştinê tê dayîn. Lê divê ev jî were pirsîn, çima tenê sizayê mirinê didin jinê. Li gor nêrîna min ji ber jinê qels dibînin. Kêm dibînin. Jinê wek namûs pênase dikin. Ev şaşiyek mezin e. Hewceyî heye ev xal tev werin lêkolînkirin. Mirov bigihîje çareseriyekê."

'Jin ne malê mêre'

Enûdê anî ziman ku jin ne malê mêre û wiha pêde çû: "Jin ne malê kesekiye, ew ya xwe ye. Em dikarin bêjin îro bi saya Rêber Apo jin xwe nas kiriye û xwe ji zilma mêr rizgar kiriye. Divê li her qadê jiyanê jin têkoşîna xwe li hember hovitiya mêr û pergalê bilind bikin."

'Mêr ji serkeftina jinan ditirsin'

Endama Mala Jinê Cîhan Xalid jî wiha axivî: "Jinê di bin navê şeref û namûsê de qetildikin. Cîhanê serkeftin û asta pêşketina jinan ya di nava şoreşa Rojava de bi bîr xist û ev tişt got: "Bi şoreşê re zemîneke pir mezin a pêşketinê ji bo jinê vebû. Mêr bi zanabûn êrîşê jinan dikin. Ji serkeftina wê ditirsin û dixwazin pêşiya wê bi qetilkirinê bigrin. Lê emê destûra vê nedin. Rêbertiya me fikir, hêz û vîn daye me. Em ê bi hemû rêxistinên xwe re, bi YPJ- Hêzên Parastinê re, bi Asayişa Jinê re, bi Kongreya Star û tevahiya dezgehên xwe yên din re têkoşîna li dijî qetilkirina jinan bilind bikin."

(en/rc)