'Dewletên navneteweyî jî hevakarên dagirkeriyê ne'

09:13

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Endamên Mala Jinê, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser bajarê Cerablûs û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û gotin: "Ev planek navnetewî ye. Ji bo şikandin û vala derxistina vê lîstikê em ê li ber xwe bidin."

Endamên Mala Jinê ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê têkîldarê dagirkirina bajarê Carablûs û sînora Kobanê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî kirin nirxandin. Endama Mala Jinê Neda Silêman a ku ji pêkhateya erebe diyar kir ku, piştî azadiya Minbicê, dewleta Tirkiyeyê kete nav tirseke mezin û wiha got: "Serkeftin encama hevgirtina gelan bû. Hêzên desthilatdar yekgirtina gelên sûryan, kurd û ereb li herêmê ji bo xwe wek xeterî dibîne."

Nedayê dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li ser Cerablûsê û êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê wek planeke navnetewî ya li dij Sûriyeyê pênase kir û wiha domand: "Em dewletên naventeweyî jî ji ber bêdengiya wan hevkarê vê dagirkeriyê dibînin. Armanca Tirkiye diyar e, têkîlî û hevkariya wan bi çeteyên DAIŞ'ê re eşkere bû. Tirkiyeyê hertim piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê kir û çekên giran ji wan re şandin. Niha jî di bin navê têkoşînkirin li dijî çeteyan berê xwe daye axa Sûriyeyê û êrîşê Rojava dike. Em vê dagirkerî û êrîşan qebûl nakin û ji bo vala derxistina wê em ê li ber xwe bidin."

Endama Mala Jinê Rêjîn Salih jî dagirkeriya bajarê Cerablûsê ji hêla dewleta Tirkiyê û çeteyên pê re girêdayî şermezar kir û ev tişt got: "Bi sedan ciwanên kurd, ereb û suryan ji bo azadiya axa Rojava ji çeteyan xwîn rijandin. Lê paşê dewleta Tirkiyeyê yekcar kete Cerablûsê û çete derketin. Ev jî hevkariya Tirkiyê û DAIŞ'ê nîşan dide. Cerablûs ji bo azadiya Bakûrê Sûriyê navendeke girîng e. Ez pê bawerim em ê bikaribin bi berxwedanê çeteyên Tirkiyê ji wir jî derînin." Rojînjê dewletên navneteweyî jî wek şirîkên vê dagirkeriyê destnîşan kir û pêde çû: "Ez bawerim ku dê bi hevgirtina gelan Sûriyeyê azad bibe û dawî li dagirkerî û çeteyan were."

(cg/en/rc)