QamiIşlo şervanên pakrewan oxirê nemirinê kir
10:26
JINHA
QAMIŞLO – Welatiyên Qamişlo 15 şervanên YPJ-YPG’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Gelê Qamişlo ji bo merasîma 15 şervanên YPJ-YPG’ê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, herikîn Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan. Sala borî 13 şervanên YPG’ê di şerên Til Hemis, Hol û Şedadê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan nû hatin dîtin. Sê şervanên din ku yek şervana YPJ'ê Viyan Qamişlo bi du rêhevalên xwe re di şerê li Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, bi pêşwaziyeke girseyî anîn goristanê.
Gelê Qamişlo bi alên YPG-YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin qada merasîmê xemilandin û bi dûruşmeyên 'Şehîd Namirin' cenazeyên şervanên xwe pêşwazî kirin. di destpêka merasîmê de ji hêla şervanên YPJ-YOG’ê ve merasîma leşkerî hate çêkirin. Paşê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Hêvîn Reşîd despêkê ji malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got: "Şehîd rêberê têkoşîna me ne. Ew ê tucaran nemirin û em ê rêya wan heya dawiyê bişopînin."
Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz jî diyar kir ku gelê Kurd bi vîn û berxwedanê pêşengiya hemû cîhanê dike û wiha domand: "Li çeperên azadiyê û bi berxwedanî rêya azadiyê dimeşînin ji bo jiyaneke azad. Îro gelê Kobanê liberxwe dide û canê xwe feda dike. Ji bo nehêle dijmin derbasî Rojava bibe."
Evîndar têkoşîna Viyan Qamişlo jî bi bîr xist û got: "Bi pêşengtiya jina Kurd têkoşîn mezintir dibe. Hevala Viyan heta dawî parastina hevalên xwe kir û nehişt dijmin bigihîje hevalan, wê teslîmiyet qebûl nekir. Em tûcarî berxwdana hevala Viyan û rêhevalê Faris ji bîr nakin û em ê şopdarên wan bin."
Endamê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Ezam jî wateya şehîdan ji bo têkoşînê bi bîr xist û girêdana bi xeta wan anî ziman.
Endamê Buroya Têkiliyên YPG'ê Hecî Ehmed Kered jî got: "Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ku parastina gelê Kurd dikin ditewînin. Serê dayik û bavên şehîdan bilind e û em bi şehîdên xwe serfiraz in."
Piştî definkirina cenazeyan merasîm bi diruşmeyan dawîbû.
(kom/zt)