Nîvê yên tevlî gireva birçîbûnê dibin jinin
14:39
JINHA
AMED - Amadekariyên "Greva birçîbûnê" ya bêdem a ku bi beşdariya hemû hevparên siyaseta kurd ve bi daxwaza "Hevdîtina bi Ocalan re" dê sibehê li Amedê dest pê bike di asta temamkirinê de ye. Di encama serlêdanên zêde de lîsteya ji 50 kesan pêk tê hate diyarkirin.
Hemû hevparên siyaseta kurd ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê bi deklerasyonekî aşekera kiribûn ku dê di 5'ê îlonê de li Amedê dest bi "Greve birçîbûnê" ya bêdem bikin. Têkîldarî greva ku dê sibehê bi 50 kesan ve dest pê bike dê li kû û bi beşdariya kê ve dest pê bike nîqaş hatin asta dawî. Amadekariyên greva ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêk bê jî hate ber temamkirinê.
Koma ku sibehê di nav de parlamenter, hevşaredan, sisayestemedar, nûnerên saziyan hene û ji 50 kesan pêk tê dê li avahiya DBP'ê ya Amedê dest pê bike. Beriya ku grev bê dest pê bike koma ji 50 kesan pêk tê dê bi beşdariya hevserokên partiyan, siyasetmedar, hevşaredar û gel li ber DBP'ê ya Amedê saet di 11.00'an de daxuyaniyê bidin. Bi daxuyaniya ku grev dê bê destpêkirin ve careke din bê aşkerakirin ku tekane rojeva siyaseta kurd Ocalan e.
Li avahiya DBP'ê ya Amedê ji bo grevê amadekarî bênavber didomin. Ji bo kesên ku dikevin greve birçîbûnê salona konferansê tê amadekirin û ji bo mêvan û yên ku piştgiriyê bidin jî cih tê amadekirin. Hate hînbûn ku koma ku ji 50 kesan pêk tê û dê dest bi grevê bikin nîvî jin in. Hate diyarkirin ku di encama serlêdanên zêde de lîste bi temamî hatiye diyarkirin. Greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger be û heta encam bê girtin dê berdewam bike û hate hînbûn ku di rojên pêş de jî çalakî heta encam bê girtin bi çalakiyên cur bi cur belav bibe.
Sibehê beriya ku li ber avahiya DBP'ê daxuyanî bê dayûn welatiyên Amedê jî piştgiriyê bidin li bendê ye ku beşdariyake mezin pêk bê.
(zt)