Kongreya Star li Kantona Cizîrê civînan digire
15:13
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Kongreya Star ji bo rakirina tecrîdê, azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa jinan li Rojava rêzecivînên xwe da destpêkirin.
Kongreya Star ji bo jinan di derbarê pêşketinên dawî yên siyasî, azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û rewşa jinan li Rojava binirxîne rêzecivînan lidardixe. Bi vê mebestê îro du civîn li Rimêlan hatin çêkirin.
Yekemîn civîn li bajarê Rimêlan li navenda Karkeran bi tevlîbûna dehan jinan hate çêkirin. Endamên rêxistin û saziyên jinan û komînên li bajar jî tevlî civînê bûn. Di civîna mijara gotinê de endama Rêveber a Kongreya Star Dîlan Elî di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên li dijî gelê Kurd têne meşandin de bi berfirehî axaftin kir. Dîlan îşare bi çalakiyên ji bo dawî anîna tecrîdê yên li Ewrûpa, Tirkiye û tevahiya Kurdistanê pêk tên kir û girîngiya xwedîderketin li têkoşîna ji bo azadiya Ocalan wiha anî ziman: "Serok Apo di nav tecrîdeke giran de tê girtin. Em ji rewşa Rêberê xwe bê agahîne. Li dijî vê gerek dike jin li qadan û li ser piyan bin. Em ê xwedî li serokê xwe derkevin. Ji ber Rêber Apo hevalê jinê ye, ew kaniya jiyanê ye. lewma em ê jî wek jin bibin kanî û ji bo azadiya Rêberê xwe biherikin."
Dîlan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ev merhele ji bo jinan jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: "Herî zêde keda jinan di nav têkoşînê de heye. Di pêvajoyeke wiha de em ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê û planên qirêj li ser Kurdan têne meşandin, şiyar bin. Ew dixwazin îradeya me bişkênin. Lê em ê bi zihniyeteke azad jiyaneke şoreşgerî bidin avakirin."
Gundê Dêrona Axê
Li gundê Dêrona Axê ya girêdayî bajarê Girkê Legê jî civînek ji hêla Kongreya Star ve hate lidarxistin. Di civînê de jinên ji gundên cîran jî beşdar bûn. Endama Kordînasyona Kongreya Star a Kantona Cizîrê Leyla Mihemed civîn birêve bir. Leyla guhertinên di asta siyasî de pêş ketine û planên li ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Leyla bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û asta pêşketina wê.
Leyla ji bo xebatên jinê jî wiha axivî: "Pêşketinên heyî li me tevan pir bandor dike. Em divê xwe li gor her şert û mercê amade bikin. Jin ya ku xwedî li desteketiyên şoreşê derkeve ye. Em wek Kongreya Star şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek şoreşa jinê bi dest digrin. Lewre xwedîderketina şoreşê bingeha hemû xebatên me pêk tîne. Yê ku ji şoreşê re pêşengtî kir û rêya wê ronî kir Rêber Apo ye. Em ê jî deyna xwe ji bo Rêberê xwe pêk bînin û heya azadiya wî têkoşîna xwe bidomînin."
Civîn bi pirs û bersivên li ser pêşketinên siyasî û pirsgirêkên jinan li herêmê dewam kir. Jinên ku nêrînên xwe anîn ziman dane diyarkirin ku divê xebat û têkoşîna jinê ji asta heyî derbas bibe û xwe bigihîne mal bi mal, tevahiya jinan.
Dê rêzecivînên Kongreya Star li Kantona Cizîrê li bajarên din dewam bike…
(rd/en/zt)