‘Di girtîgehan de jî ser nasnama jinê êrîş zêde dibin’
17:01
JINHA
AMED – TUHAD-DER’ê rapora piştî OHAL ê di girtîgehan de binpêkirinên mafan ji raya giştî re aşkerek kir.
Li Tirkiyê ji dema OHAL hatîye îlankirin û şûnde zext û êrîşên ser girtîyên sîyasî jî zêde bûne. Komelaya Piştgirî û Huquqa Demokratîk ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUHAD-DER) û malbatên girtiyan li navenda Cîgerxwenî civîn lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamentera HDP’ê Besîme Konca, endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, endamên partiyên siyasî û rexistinên civakî jî tevlî civînêbûn.
Di civînê de destpêkê Hevserokê TUHAD-DER’a Wanê Murat Doner ku ew jî dê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikeve gireva birçîbûnê axivî. Murat diyar kir ku wan tucar serê xwe netewandiye û wiha got: “Doza ku em tê de berxwe di din doze kî raste, doza mirovahîtiye. Me tucarî ber van êrîşan serê xwe netewandiye û me tu car hêvîya xwe nebirî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan hevîya me ya herî mezine.”
Besîme Konca jî balkişand ser berxwedana gelê kurd a dîrokî û wiha got: “Berxwedana tevgera azadiyê despêkê di zindanê de destpêkir. Girtî bi îradeya mezin li ber xwe didin.”
Piştî axaftinan raporê ji aliyê Diyar TUHAD-DER li ser girtîgehan hat amade kirin ji aliyê Hevserokê TUHAD-DER’ê Cahît Demîrkiran ve hat xwendin. Cahît got: “Em kurd her tim li dijî her cûre yên derbeyê ne. Nîşana herî girîng li girtîgehan jî pêvajoyek nû hatiye despêkirin. Di girtîgehan de îskence, sirgun û tindî zêdebûne.”
(kom/zt)