ROJEVA 05'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Mervan Kaya (Hayrî Durmuş) ya ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest daye piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hat definkirin. Ligel êşên mezin Gulîstan Kaya bi kurê xwe ser bilinde û wiha got: "Di vê oxirê de Mervanek şehit ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê."

*Zarokên Rojava yên ku xeyala parêzvaniya welat dikin, di leystokên xwe de xwe dikin şervan û parazvaniya welatên xwe dikin.

*Ji jinên tevlî Atolyeya Jîneojiyê ya Akademiya Jinê ya Amedê bûn, piranî yên DÎK'ê diyar kirin ku gelek agahiyên nû hîn kirine. Jinan diyar kir ku divê her jin tevlî nîqaşên Jîneolojiyê bibin û gotin bi taybet divê ev perwerde ji bo mêran jî bê dayîn.

*Kampanyaya KJA'yê ya 'Ez xwedî li rêbertî, azadî û xaka xwe derdikevim' berdewam dike û bangek jî ji jinên Enqereyê hat. Endama KJA'yê Mizgîn Tayşanê got: "Divê hemû jin ligel hev bin û ji bo azadiya rêbertiya me heta dawiyê têbikoşin. Heta rêbertiya me girtî bimîne wê aştî ne mijara gotinê ye. em bang dikin ku her kes xwedî li rêbertiyê derkeve."

*Cenazeyên kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, li pişt têlane û malbat dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbatên dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin, bang li gelê Nisêbînê û parlamenteran kirin û gotin ew bibin yek, têlan rabikin û cenazeyan bigirin.

*Jinên di bin bana Koperatîfa Xavesor ya girêdayê Şaredariya Payizava hilberînên paqijiyê hildiberînin wê hilberînên bi navê EKO-JIN derkevin li marketan bê firotin.

*Cigira Serokê Giştî ya ÎHD'ê Meral Çildirê bi Koordînasyon aPiştevaniya ji Cizîrê heta Sûrê, çû serdana gelê ku ji Şirnexê koç kir û di konan de dijîn. Meralê got ew bi dîmenê dagirkeriyê re rû bi rû

*Hevseroka Şaxa SES a Amedê Selma Atabey û hevsroka GOÇDER'ê Semîre Nergîzê gotin ew wek jin tayînkirina kayyuman red dikin û got divê dewlet demildest ji vê pêngava şaş vegerin.

*Jinên gundê Baterê çanda xwe yê xwezayî bi çêkirina gure û patîkan dewam dikin.