Dora ‘Nûçegihaniya Dildar’ li Şirnexê ye
13:03
JINHA
ŞIRNEX - Kampanya "Nûçegîhaniya Dildar" ku ji bo rojnamegerên girtî hatiye destpêkirin li Şirnexê berdewam dike. Nûnerên rêxistinên jinan li JINHA û DİHA yê dest bi nûçegihaniyê kirin.
Kampanya "Nûçegîhaniya Dildar" ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ve ji bo rojnamegerên girtî hatiye destpêkirin niha li Şirnexê berdewam dike. Endama Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Macide Şimşek û Endama Navenda Şêwirmeniya Jinê ya Zahide a Şaredariya Şirnexê Eda Bazencir li konên berxwedanê ji bo JINHA û DÎHA bûn "Nûçegîhanên Dildar.
Eda Bazencir ji bo DÎHA û Macide Şimşek jî ji bo JINHA bûn nûçegîhan. Nûçegîhanên Dildar dê jiyana welatiyên li der û dora Şirnexê di konên berxedanê de bi cih bûne bike nûçe.
Nûçegîhana Dildar Macide Şimşek, anî ziman ku AKP ji bo îktîdara xwe biparêze îrîşî rojnamegeran dike û ji ber vê yekê niha 39 rojnamegerên çapemeniya azad girtî ne. Mecide, anî ziman ku ew dê jiyana komun a gelê Şirnexê ku li gel hemû êrîşan wanên xwe terk nekir bike nûçe.
Eda Bazencir jî anî ziman ku ji ber raya giştî li hemberî geşedanên herêmê bedeng dimîne bû nûçegîhana dildar û ew dê berxwedana li konan bike nûçe.
(aı/zt)