Rojnameger Bîlîl û Înan dibin tecrîdê denin
13:06
JINHA
STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê Bîlîl Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Sîlîvriyê tên girtin, di binê tecrîdê de ne, hat gotin ji herdu rojnamegeran re rojname, radyo û televîzyon qedexe ye.
Zextên li ser çapemeniya azad berdewam dike, Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê Bîlîl Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Sîlîvriyê tên girtin, roja ku hatin girtin bi leşkerekî di çarçoveya hewldana derbeyê de hatibû girtin re di heman hucreyê de hatin girtin. Hat diyarkirin radyo, rojname û telovîzyon ji bo rojnamegeran hatine qedexekirin. Fikarên der barê jiyan rojnamegeran de didome, şevê bi dorê radizin.
Herdu rojnameger bi îdiaya "endamên rêxistinê ne", "li ser navê rêxistinê propaganda kirine" û "yekitiya dewletê xirab kirine" hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Metrîsê. Ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê hatibûn kirin, di 31'ê tebaxê de jî sigrûnî Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê.
(zt)