Greva birçîbûnê ser twitterê di rêza yekem dene
13:22
JINHA
AMED - 50 hevparên siyaseta kurd ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, nûçeya çalakiyê di medya civakî de ket rêza ewil.
50 bijartî û hevparên siyaseta kurd ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û bi Ocalan re hevdîtin bê kirin, li avahiya DBP'ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Piştî gel piştgiriyek mezin da di medya civakî de jî eleqeyek mezin dît. Nûçeya çalakiya greva birçîbûnê di medya civaki de ket rêza yekem. Nûçeya çalakiya grevê di twitterê de #50KürtSiyasetçiAçlıkGrevin'de hasthag' bû yekem. Gelek siyasetmedar, rewşenbir û wekîlan bi nivisên ku piştgiriyê didin piştgirî dan çalakiyê.
(zt)