Li ser sînorê Girê Spî leşkeran welatiyek li gel 2 zarokê wî qetilkirin

13:32

JINHA

GİRÊ SPÎ - Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê, welatiyek li gel 2 zarokên wî qetil kirin.

Leşkerên Tirk danê sibehê gule berdan malbateke ku hewl dida ji Girê Spî derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ji ber vê êrîşa leşkeran welatiyek li gel 2 zarokên xwe ku yek jê 2, yê din jî 9 salî bû, jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên mirovên hatin qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Girê Spî.

(zt)