Ji jinên Efrînê çalakiya 'Azadiya ji Ocalan'
13:36
JINHA
EFRÎN - Li Kantona Efrînê Rêxistina Kongra Star bi armanca şermezarkirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kon veda.
Li Kantona Efrînê bi pêşengiya Rêxistina Kongra Starê jin ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navenda bajêr kon vedan. Çalakiya konê ya ku dê sê rojan berdewam bike ji niha ve rastî eleqeyek mezin tê. Nûnera Kongra Star Asya Hemo, di çalakiyê de got: "Tirkiyeyê li hember Serokê me çiqas qomplo pêk bîne jî, em bi Serokê xwe ve girêdayîne. Hêza ku em ji Serokê xwe digrin ew ê tu car kêm nebe; berovajî wê dê zêdetir be. Di tevahî çalakî û xwepêşandanên xwe de em ê azadiya Serokê xwe bixwazin. Ji ber ku azadiya Serok azadiya tevahî mirovahiyê ye.
Di çalakiyê de her wiha ser navê gelê ereb jî hat gotin ku, azadiya Rêberê PKK'ê ji bo gelê Rojhilata Navîn hêviye û daxwaza azadiya wî kirin.
Çalakiya konê dê 3'ê roj berdewam bike.
(kom/rc)