Di meha tebaxê de rejîma Îranê 34 kes darvekirin
13:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand. Di raporê de bal hat kişandin ser darvekirin û komkujiyên ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, rapora meha Tebaxê ya li ser binpêkirina mafên mirovan ku ji aliyê rejîma Îrane ve li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin, eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin, di nava meha Tebaxê de 34 girtiyên Kurd ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin, ku yek ji van kesan jî girtiyê siyasî yê Kurd ê li Girtîgeha Ûrmiyeyê Mihemed Abdullahî ye.
Rapor wihaye: “Girtiyek siyasî yê bi navê Aydin Teymûrpûr bi behaneya bazirganî bi madeyên hişber kiriye li girtîgeha Selmasê hat darvekirin. Ew jî di nava wan 34 kesan de ye. Gelek welatî di meha Tebaxê de hatin binçavkirin. 32 welatî ji ber sedemên cur be cur hatine binçavkirin, girtin û tehdîdkirin. Gelek ji van welatiyan hatine girtin û çarenûsa wan nediyar e. nêzî 270 karker ji kar hatine derxistin.”
Di dewama rapora Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê de qala binpêkirina mafên mirovan di girtîgehan de bi taybet li dijî girtiyên siyasî yên Kurd tê kirin. Rapor her wiha cih dide qetilkirina Kasibkar ên ser sînor ku bi guleya hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne. 5 kasibkar di meha çûyî de hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûne û hatine girtin.
Di dawiya raporê de qala zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştinê û şîdetê ji aliyê rejîmê ve li hember civakê bi taybet jin û zarokan tê kirin.
(zt)