Jinên azadiyê diqêrin di greva birçîbûnê denin

14:19

JINHA


AMED – Di greva birçîbûnê ya ku li Amedê ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re bê kirin hatî despêkirin de 18 jinan cih girt. Bi pêşengiya KJA yê demdirêje jin bi diruşma “Ez li Rêbertiya xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li qadanin.

Ji aliyê KCD, KJA, DBP, HDP û HDK’ê ve bi daxwaza ku hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin greva birçîbûnê hat despêkirin. Di nava 50 navên di grevê de cîh girtin 18 jê jinin. Bi pêşengiya KJA yê jinan ji bo azadiya Rêberê xwe bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” dest bi kampanyayê kirine û li qadan banga “azadiyê” dikin. Hîna daxwaz û çalakiyên jinan berdewam dikin, 18 jinan jî di nava çalakiya greva birçîbûnê de cîh girtin.

Navê jinên di nava çalakiya greva birçîbûnê de cîh girtin wihane:

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven
Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel
Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak
Keça xwişka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Parlementera Rihayê Dilek Ocalan
Endama Koordinasyona KJA yê û ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik
Ji parêzerên Buroya Asrınê Ebru Günay
Endama MYK ya DBP’ê Gulcihan Şimşek
Endama Desteya Rêveberiya KJA yê Zeynep Karaman
Şanoger Berfin Emektar
Wekîla Hevşaredara Rêya Remîşê ya Wanê Bêrîtan Tayan
Hevşaredara Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu
Hevşaredara Payizava yê Yildiz Çetin
Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryılmaz
Cîgira Hevşaredara Pîranê Zelal Abiş Birtane
Hevseroka DBP’a Rezan Arzu Karaman
Endama KJA yê Elif Haram
Endama KJA yê Semra Karaduman
Endama KJA yê Nalan Goze.


(zt)