‘Ger bersiv neyê dayîn em ê hemû dest bi rojiya mirinê bikin’

14:37

JINHA

AMED - Piştî bi dehan siyasetmedarên kurd ji bo "Hevdîtina bi Ocalan" re dest bi greva birçîbûnê kirin, ji gelê Amedê peyama piştgiriyê hat. Welatiyan gotin ew ê li gel çalakvanan bin û ger bersiv neyê dayîn ew ê jî dest bi rojiya mirinê bikin.


Gelek siyasetmedarên kurd ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Çalakiya di avahiya DBP'a Amedê de hat destpêkirin, ji gel û raya giştî destekek mezin tê. Welatiyên Amedê jî piştgirî dan çalakiyê û aşkera kirin ku heta agahiyekî ji Ocalan negirn dê çalakiyên xwe berdewam bikin.


Guler Yuksekova diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê dide çalakiyê, divê demek ji ya din zûtir agahî ji Ocalan bê girtin û got: "Heke pêwîst bike em dê wekî gel dest bi grevê bikin. Îro siyasetmedaran dest bi grevê kirin, em dayik jî heke agahî ji Rêbertiyê negirin, em ê jî bikevin rojiya mirinê."


Şehzade Anar jî aşkera kir ku "Em bê Rêbertî jiyanê qebûl nakin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roj roja xwedîderketina li serokatiyê û li dora serokatî kombûn e. Heke em wekî gelê kurd xwedî li Rêbertiya xwe dernekevin ev ji bo me eybeke mezin e. Bi taybetî divê em dayik û jin ji bo Rêbertiyê rabin ser piyan."


Fatma Tîmur jî bang li jinan kir ku li dora çalakiya grevê bibin xelek û piştrast kir ku nifteya azadiya civaka kurd li Îmraliyê ye. Fatma bi lêv kir ku ji bo wê jî divê deriyê azadiyê bê vekirin û bang li gel kir û aşkera kir ku ev 500 roj in tu agahî ji Rêbertiya wan nayê girtin, divê gelê kurd rabe serhildanê.


Kadîr Atli jî girtina Ocalan pêkanîneke derveyî mirovahiyê dît û wiha pêde çû: "Ji vir cenazeyê me jî derkeve dê ev çalakî bi dawî nebe. Heta em bigihêjin armanca xwe dê bidome. Bekî em di grevê de nebin, lê heke em agahî ji Rêbertiya xwe negirin, dê tevahiya gelê kurd dest bi rojiya mirinê bike. Heta Rêbertî azad nebe dê çalakiyên me li qadan bidomin."


(zt)