Gelê Kobanê dê tu car dagirkeriyê nepejrîne'
14:44
JINHA
KOBANÊ-Berxwedana Kobaniyan a ji roja 27’ê Tebaxê destpêkiribûn îro bi dawî bû. Rêvebera Kongreya Star Sara Xelîl diyar kir ku, ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bi ser bixin.
Berxwedana gelê Kobanê ku wek 'warê berxwedanê' tê dansîn, li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê kete roja xwe ya 10'emîn de. Di 27’ê Tebaxê de dewleta dagirker a Tirkiyeyê xwest sînorê Rojava derbas bike û di navbera Kobanê û deriyê Murşîtpinarê de dîwarê lê bike. Li dijî dîwarê şermê, gelê Kobanê ber bi sînor ve herikîn û ji bo parastina axa xwe dest bi çalakiyan kirin. Di 4'ê mehê de dewleta Tirkiyê bi çek êrîşên çalakvanan kirin, bi dehan kes birîndar û du kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê gel dev ji çalakiya xwe ya mafdar ber neda. Derbarê vê mijarê de rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku, dayikên kurd nahêlin tu hêz axên ku berdêlên mezin lê hatî dayîn bê dagirkirin.
Sarayê derbarê ruhê berxwedêr yê gelê Kobanê wiha axivî û wiha got: “Ev bûye 10 rojin gelê Kobanê li ser sînor sekinîne û li beramberî dîwarê şermê bênavber li berxwe didin. Armanca dewleta Tirkiyeyê ew e ku axa welatê me bi dîwaran ji hev qut bikin. Çêkirina dîwaran li ser singê welatê me, wê nebe sedem ku ruhê gel ji hev qut bibe û bibe dîwar di navbera wekheviya gelan. Ev ax axa şehîdan e, bi xwîna keç û xortan hatiye avdan, wê îro jî tu hêzên dagirker nikaribin xwîna zarokên me bin pê bikin û dagir bikin."
‘Gelê Kurd ne gelê berê ye’
Sarayê di dewama gotina xwe de bal kişand ser sînorên ku li Kurdistanê hatine lêkirin û wiha berdewam kir: "Di sala 1639'an di hevpeymana Sykes Pîco da Kurdistan kirin 4 parçe. Îro jî dîsa bi destûr û peymanên dewletên navnetewî, careke din dixwazin Kurdistanê ji nû ve li hev parvebikin û dagirkeriya xwe li ser bimeşînin. Bi parçekirina Kurdistanê re Kurdê her parçeyekê jî li gor dewletên desthilatdar têne parçekirin û perwerdekirin. Bi parçekirinê re çanda Kurd û Kurdistanê jî tê parçekirin û tune kirin. Lê di sedsala 21'an de Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Bi hebûna Rêber Apo re Kurdan xwe naskirine û li ser çanda Kurdînî xwe birêxistin dikin."
'Em ê xwîna zarokên xwe radestîı tu hêzên dagirker nekin'
Sarayê lêkirina dîwarê şermê wek planeke navnetewî nirxand û ji bo êrîşên li ser Rojava û Sûriyê jî wiha nêrînên xwe parve kir: "Dewleta Tirkiyê destêpêkê li pêşberî kantonên Cizîr û Efrînê dîwarên şermê lêkir, piştre êrîşî tevahiya Suriyeyê kir. Bi hevkariya Emerîka, PDK, Îran û Rûsya herêma Cerablûsê dagir kir. Gotin di cih de be jixwe berê DAIŞ tê de bû, tenê çeteyên DAIŞ'ê ên li Cerablûsê cil û bergên xwe guhertin û ketin nav Artêşa Azad a Sûriyeyê. Cerablûs bi awayeke fermî ji hêla dewleta Tirkiyê hatiye dagirkirin. Îro jî dixwaze axa Kobanê dagir bike. Lê wê gelê kobanê ê berxwedêr nehêle tu hêzên dagirker bikevin axa wan. Me ev ax bi xwînê av daye û em ê xwîna zarokên xwe radestî tu hêzên dagirker nekin."
Sarayê di dawî de jî bang li tevahî gelê Kobanê û kurd kir ku xwedî li axên xwe derkevin û çalakiyên xwe mezin bikin.
(bs-ze/en/rc)