‘Dê azadiya Rêbertiyê bibe azadiya civakan’
15:13
JINHA
AMED - Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger peyama “Azadiya Rêbertiyê azadiya civakê ye. Ji ber vê yekê em di çalakiyê de ne” dan.
Greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê hevparên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê li Amedê hate despêkirin di roja yekemîn de berdewam dike. Siyasetmedar, nivîskar, rojnameger, kedkar ên ku ji bo Ocalan dest bi grevê kirin diyar kirin ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye û ji bo ku ji Ocalan agahî bê girtin dest bi grevê kirine.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan: Em ji bo azadiya hemû jinên cihanê di çalakiyê de ne.
Endama Kordînasyona KJA û Endame Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik: Ji bo ku civakeke azad û heqîqet pêk bê ji bo azadiya Rêberê xwe em di çalakiyê de ne.
Hevseroka KCD’ê Leya Guven: Hebûna Birêz ocalan misogeriya jiyana jinên kurd e. Em ji bo vê di çalakiyê de ne.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel: Ji ber ku azadiya Birêz Ocalan azadiya gelan e em di çalakiyê de ne.
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak: Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan li hemberî hêviyên hemû jinan û li hemberî hêviyên xwîşk û biratiyê ye. Ji ber vê yekê ji bo em ji Bİrêz Ocalan agahî bigirin di çalakiyê de ne. Heta ku em ji birêz Ocalan agahî ibgirin em ê çalakiya xwe bidomînin.
Hevşaredara Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu: Ji bo ku jiyan bidome divê em ji Birêz Ocalan agahî bigirin. Ji ber vê yekê em di çalakiyê de ne.
Rêvebera Navçeya Rezan a Amedê Semra Karaduman: Heta ku ji Rêbertiyê agahî negirin dê çalakiya me bidome. Agahiyekî ji Rêbertiyê bê wergirtin dê pêşiya kaosê bigire.
Parlamerterê Wanê Nadîr Yildirim: Ji ber ku tenduristiya Rêbertiyê tenduristiya me, ewlehiya wî ehlehiya me ye, em di çalakiyê de ne.
Nivîskar Hasîp Yalniç: Tenê ji bo pêşîlêgirtina şerê li Tirkiyeyê na ji bo pêşîlêgirtina şerê Rojhilata Navîn divê em ji Birêz Ocalan agahî bigirin. Heka em ji Birêz Ocalan agahî bigirin em ê çalakiya xwe bidomînin.
(zt)