TJK-E: Em ji bo Rêbertiya xwe dikevin greva birçîbûnê
15:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E ragihand, ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew ê di 6-10'ê Îlonê de bikevin grêva birçîbûnê û bang li jinan kir, ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser grêva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji aliyê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Şengalê re statu" tê meşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku çalakî di roja 14. de ye û hat gotin, "Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, ji bo cihgirtin û destekkirina vê çalakiyê, di navbera 6-10'ê Îlonê de em ê bi komekê, grêva birçîbûnê dewr bigirin."
TJK-E da zanîn, tecrîda li ser Ocalan ne hiqûqî ye û li derveyî mirovahiyê ye û diyar kir, ev yek ji aliyê AKP-Erdogan ve tê meşandin. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, li dû hewldana darbeyê xeteriyeke gelekî mezin li ser ewlekariya jiyana Ocalan rû daye û hat gotin, "Ji fikaran wêdetir êdî rewşeke şênber li holê heye. Nayê zanîn bê çi bi serê Rêberê me hatiye, rewşa wî çi ye. Ne diyar e bê li Îmraliyê tê ragirtin an na. Em ê ji niha û pê ve bi hemû hêza xwe hewl bidin vê rastiya hatiye tarîkirin, ronî bikin û bikin ku bi Rêberê me re hevdîtin were kirin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di 6-10'ê Îlonê de weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê em ê grêva birçîbûnê dewr bigirin û jin wê bi reng û xweseriya xwe tevlî bibin. Bi taybetî em li bendê ne ku jinên li eyaletên Başûrê Elmanyayê Hessen û Saarlandê û yên li Swîsreyê bi xurtî xwedî li çalakiyê derkevin û li dora Rêbertî li hev bicivin."
TJK-E her wiha diyar kir, ku divê li ser bingeha şiyara 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li qadan e" jinên Kurdistanî yên li Ewropayê hefteyê rojekê li qadan bin û got, "Ji bo bala raya giştî bikişînin ser mijarê, divê girseya jinan bi ruhê seferberiyê tevbigerin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew bawer in pêkhateyên TJK-E; jinên ciwan ên Elewî, Êzidî, komîteyên jinên Rojava, jinên Rojhilatî wê di vê çarçoveyê de tevbigerin.
(zt)