‘Dê çalakiya me bibe hamleya demokratîkbûna Rojhilata Navîn’

16:14

JINHA

AMED – Endama Kordînasyona KJA û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik a ku tevli greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de cih digire wiha got: “Bedel çi dibe bila bibe em amade ne bidin. Em bi vê pêvajoyê ve destpêkeke nû dikin. Çalakiya ku me daye destpêkirin ne tenê ji bo Kurdistanê dê bibe hamleya demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Têkoşîna ku li dora vê pêş bikeve dê aştî û azadiyan jî bi xwe re bîne.”


Di pêşengiya hevparên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê de bi daxwaza ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê li avahiya DBP’ê ya Amedê bi 50 kesan re greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Endama Kordînasyona KJA’yê û endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik têkîldarî girîngiya hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir.


‘Me tu caran sîstema Îmraliyê qebûl nekir’

Ceylan anî ziman ku felsefelaya azadî û wekheviyê ya ku Ocalan daye destpêkirin tenê ne ji bo kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn û cihanê jî gelek girîng e.Ceylan got ku felsefeya Ocalan felsefeyekî ku gelên bindest dikarin hebûna xwe bidomînin û nirxandina “Me ji bo rastiyekî rêbertiyê ya bi vî rengî çalakî da destpêkirin. Wekî jin me tu caran sîstema Îmraliyê qabûl nekir û li dijî vê me têkoşîn meşand” kir.”


‘Rêbertiya ku hebûna jinan îfade dike nikare bê tecrîdkirin’


Ceylan destnîşan kir ku ji Ocalan nikarin agahî bigirin, hemû hewldanên wan ji aliyê hikûmetê ve hatiye redkirin û bêencam mane û wiha berdewam kir: “Rêberê ku hebûna jinê îfade dike û ev yek nîşanî hemû cihanê kiriye nikare bêtecrîdkirin. Em nikarin vê qebûl bikin. Heta ku em ji Rêbertiyê agahî bigirin dê çalakiya me bidome. Ji bo azadiya Ocalan divê jin berpirsyariyê bigirin û li dora berxwedanê bigihîjin hev.”


‘Dê greva birçîbûnê mezin bibe’


Ceylan a ku nirxandina “Roj roja xwedîderketina rêbertiyê û li dora azadiya wî kombûnê ye” bang li hemû jinan û gelê bindest kir ku berxwedanê mezin bikin. Ceylan got ku tekane rojeva gelê kurd azadiya Ocalan e û peyama ku heta encam bê girtin dê çalakî bidome da.

‘Ev hamleya demokatîkbûna Rojhilata Navîn e’


Ceylan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bedel çi dibe bila be em amade ne bidin. Em bi vî pêvajoyê ve destpêkeke nû dikin. Çalakiya ku me daye destpêkirin ne tenê ji bo Kurdistanê dê bibe hamleya demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Têkoşîna ku li dora vê pêş bikeve dê aştî û azadiyan jî bi xwe re bîne.”


‘Em ê bigihîjin serkeftinê’


Ceylan herî dawî got ku ji ber di çalakiyeke bi vê rengî de cih digire ser bilind e û dê çalakiya wan bigihîje serkeftinê.


(zt)