Jinan bi erbanê piştgirî dan greva birçîbûnê
08:18
JINHA
AMED – Gelê Amedê bi boneya agahiyê ji Rêbêrê PKK Abdulah Ocalan bigire û azadiya Ocalan bixwazin daket kolanan û çalakiya deng pêk anin.
Gelê Amedê bi boneya dengê xwe bigîhîne Rêberê PKK Abdullah Ocalan û jê agahî bigirin, çalakiya deng derxistinê pêk anîn û piştgirî dan çalakvanê gireva birçîbûnê. Li seranserî Amedê welatî derketin kolanan û li şaneşînê malên xwe li quşxane, sinik û derebeyan dan û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Her wiha hin welatî bi erbaneyan daketin kolanan û deng derxistin. Bi taybetî gelek welatî daketin derdora avahiya DBP’a Bajêr a Amedê û li vir çalakiya deng daxwazên xwe anîn ziman. Welatiyan bênavber sloganên “Bê Serok jiyana nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dema çalakiya deng derxistinê destpêkir bi dengê çalakiyê, çalakvanên di greva birçîbûnê de dilgeş bûn û coşa wan derket asta herî jor.
Polîsan xwest 5 jinan binçav bike
Li aliyê din polîsan xwest 5 jinên ku li ber avahiya DBP’ê çalakiya deng derxistinê pêk anîn, binçav bikin. Li ser vê yekê di navbera parlementerê HDP’ê û polîsan nîqaş derket. Li derdora avahiya dorpêçkirina polîsan a bi maşîneyên zirxî jî didome.
(kom/zt)