Asli û Necmiye: Em ê parastina aştiyê berdewam bikin
08:23
JINHA
STENBOL - Endamên Lijneya Şêwira Weşanê yên Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay bi riya parêzeran peyam şandin û diyar kirin ku dê parastina aştiyê bedewam bikin.
Endamên Lijneya Şêwira Weşanê yên Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay ku li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê bi riya parêzeran peyam şandin. Asli û Necmiye, bi riya parêzeran diyar kirin ku dê parastina aştiyê bedewam bikin.
Nivîskar Necmiye, wiha got: “Em di pêvajoya şer dene. Hişmendiyên serdest li gorî hişmendiya şer tev digerin. Tenê reş û sipî dibînin. Lê herêm û Tirkiye bûye qada agir. Ji bo em vî agirî vemirîinin divê em aştiyê bixwazin. Rojname û rojnameger ew kesên diwêrin nêzî agir bibin û vemirînin in. Em hemû aştîxwazan silav dikin."
Nivîskar Asli Erdogan jî anî ziman ku ew niha li kawîşê 2 nivîskar hene û wiha domand: “Ev pêkanînên keyfî ne û dixwazin bi riya me parazvanên demokrasiyê bitirsînin. Ji bo em piştevaniya xerabiyê bişkînin hêvî û erdem divê. Silav û rêz.."
(zt)