ROJEVA 06'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
* Rêvebera Meclîsa Zagonsaz Eyistan Xelef têkîldarê dagirkerî û planên ser rojavayê Kurdistanê nirxand. Eyîstanê diyar kir ku, dê bi yekîtiya gelan û serkeftina sîstema Federal ya Demokratîk ev plan têk biçin.
* Berxwedana Bakûr ji bo dengbêjan bû berhem. Dengbêja jin Zînet bi berhema xwe ya bi navê “Keko Ferman e” berxwedana xweser nemir dike û derdikeve pêşberî dengbêjhezan.
* Li bajarê Amûdê jinên ku di kargeha cilan de cil û bergên gelêrî didrûn diyar kirin ku, ew çanda xwe ya kurdewarî didin jîndin.
* Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Koncayê balkişand ser greva ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê li Amedê hatiye destpêkirin û got: “Heta ji Birêz Ocalan agahî bê girtin û dewleta Tirk destê xwe ji xaka Kurd vekêşe wê grev berdewam bike. Heta daxwazên me neyên cih wê girev bi dawî nebe.
* Hevşaredara Nisêbînê Sara Kayayê got di Kampanyaya Malbata Xwişk-Bira ya li Nisêbînê hatiye destpêkirinê de divê xwe bigihînin 3 hezar malbatî û banga xwedî derketina li kampanyayê kir. Sarayê bang kir ku bexşên cejna Qurbanê bişînin Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Nisêbîn û Geverê.
* li Bahçesarayê jinan dest bi amadekariya zivistanê ku 6 mehan berdewa dikin kirin. Jin li aliyekî ketine nava amadekariya zivistanê û li aliyê din jî ji bo zarokên xwe fêrî jiyana xwezayî dikin hewl didin.
* Cigira Hevsrokê DBP’ê Leyla Ayazê êrîşên li dijî DBP û şaredariyên DBP’î nirxand û got: “Ev qanûn derkeve jî dernekeve jî em nas nakin. Em ti car vê qanûnê nas nakin. Emê çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Ne em ne jî gel wê van kayyuman nas bikin.”
* Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 26 salê xwe da têkoşîna siyaset û jinê niha di greva birçîbûnê a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ye.Leylayê bê navber hem di têkoşîna jinê û hem jî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de li dijî zext û girtîgehan bê navber berxwe da.
* Parêzer Gulşen Ozbekê diyar kir ku bi OHAL’ê re maf tên atengkirin û got ev rewşa ku li gelekqadên jiyanê xwe dane der, bi binçavkirin û rewşa li girtîgehan xwe daye der.