Sara Kaya: Di cejnê de bi Şirnex û Nisêbînê re bikevin piştevaniyê

09:21

JINHA

MÊRDÎN – Hevşaredara Nisêbînê Sara Kayayê got di Kampanyaya Malbata Xwişk-Bira ya li Nisêbînê hatiye destpêkirinê de divê xwe bigihînin 3 hezar malbatî û banga xwedî derketina li kampanyayê kir. Sarayê bang kir ku bexşên cejna Qurbanê bişînin Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Nisêbîn û Geverê.

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di komîsyona kampanyaya malbata Xwişk-Bira de cih digire diyar kir ku li 6 taxên ku 45 hezar malbat lê dijîn, niha 9 hezar xanî û kargerî girtine û got ev jî tê wateya ku piranî kes li derve ne û ji ber vê jî ev kampanya dane destpêkirin.

‘Divê kampanya bê xurtkirin’

Sarayê bi lêv kir k udi çarçoveya kampanyayê de 45 malbatê malbata xwişk-bira peyda kirine Û got divê herî kêm xwe bigihînin 3 hezar malbatî û ji hewcedariyên wan re bibin bersiv. Sarayê got ev pêkanîn ji bo malbatan dibe morelek mezin û bang li hemû aliyên bi hestiyar kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

‘Em di cejnê de di nava piştevaniyê de bin’

Sarayê anî ziman ku beriya her tiştî hewcedariya gel bi piştevaniyê heye û wiha pê de çû: “Nisêbînê cejnên din din ava qedexeyê de derbas kirin. Em bang dikin k udi vê cejnê de hem di alî manewî û hem di alî aborî de li cem wan bin. Bila bexşên qurbanê vê cejnê de bişînin Şirnex, Cizîr, Gever, Sîlopî û Nisêbînê.”

(kom/hu)