Bi hezaran welatî 'azadiya Ocalan' xwestin

09:52

JINHA

AMÛDE– Li Kantona Cizîrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li Amûdê çalakiyeke girseyî pêk hat.

Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê bi mebesta şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, gelê Kantonê çalakiyeke girseyî ku bi hezaran kes beşdar bûn, pêk hat.

Girseyên gel bi diruşmeyên "Bê Serok Jiyan nabe" li qada Jina Azad a bajarê Amûdê gihîştin hev û dest bi meşê kirin. Di çalekiyê de rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên Kantonê jî amade bûn. Di meşê de alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG-YPJ'ê û postereke mezin ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Her wiha panqertê "Em dixwazin bi lez şandeyeke serbixwe rêkin Îmralî û agahî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin", "Azadiya Rêber Apo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîne" û "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" hat rakirin.

Meşa ku ji qada Jina Azad destpêkiribû, ber bi meydana Şengalê û ji wir jî heya garaja wesayîtan dewam kir. Girseyê bi dirûşmeyên xwe berxwedana Îmraliyê silav kirin. Li wir endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Henîfe Hesen axivî. Henîfeyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û banga piştgiriya têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir. Henîfeyê herwiha rewşa li rojavayê Kurdistanê, berxwedana gel li Bakûr û têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê nirxand û got: "Dewleta Tirkiyeyê Cerablûs dagirkiriye, herwiha ji bo vîna gelê Rojava bişkîne, êrîşan pêk tîne. Em dixwazin sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê ava bikin û sîstemên serdet hilweşînin. Tirkiyê vê ji bo xwe wek xeterî dibîne"

Hevserokê Desteya Eserê Dîrokî Hisên Elî jî axaftinek kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku demildest tecrîdê rake. Hisên got: "Em berxwedana Rêber Apo silav dikin û divê ji bo azadiya wî em têbikoşin. Hemû pêkhate jî divê piştgiriya vê berxwedanê bikin."

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîre Gewriye jî bi ser navê gelê Sûryan axivî û got: "Em bi tevahiya pêkhatiyên Kantona Cizîrê bêdengî û mirina wîjdanê cîhanê li beramberî tecîrda Ocalan şermezar û mehkûm dikin. Yê ku bi felsefeya xwe rêya azadiyê nîşanî Rojhilata Navîn dike, Rêber Apo ye. Ligel ku ew dîl hate girtin jî nekarîn pêşiya nêrîna wî ya azad bigrin. Em ê wek jin ji bo azadiya wî berdewam têkoşîn bikin."

Seroka Kongreya Star Evîn Swêd jî axivî û da zanîn ku, yekgirtina PDK û Barzanî ya bi dewleta Tirkiyeyê re li dijî gelê kurd jî şermezar kir û da zanîn ku, jinên kurd dê bi her awayî xwedî li destkeftî û rêberê xwe derkevin.

(rh/en/rc)