Bi sedan kes serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

12:40

JINHA

AMED - Hevserokê KCD’ê Hevberdevkên HDK’ê, Hevserokên Giştî yê HDP’ê, parlamenter û bi sedan welatî hatin serdane çalakgerên greva birçîbûnê.

Çalakiya greva birçîbûne ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê de ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê di 5'ê Îlonê de li avahiya DBP’ê ya Amedê hate destpêkirin di roja 2.yemîn de didome. Serdanên ji bo 50 çalakgerên greve birçîbûnê yên ji siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, hunermend û kedkaran pêk tê jî didomin. Serê sibehê bi sedan welatî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin serdanê. Çalakgerên bi moreleke mezin mêvanên ku hatin serdanê pêşwazî kirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlamenter jî hatin serdanê. Hevserokan yek bi yek slav dan çalakgerên grevê û bi wan re sohbet kirin.

(rc)