Li Dersimê polîsan Naciye Ozdemir qetilkir

13:44

JINHA

DERSIM- Jina 71 salî Naciye Ozdemîr ku maşîna zirxî ya polîsan li Dêrsimê ew eciqand, jiyana xwe ji dest da.

Li Dersimê saet di 10.00'an de li Qada Seyid Riza, polîsan bi maşîna zirxî ya Cobra welatiya 71 salî Naciye Ozdemir (71) eciqand. Polîsan bi maşîna zirxî Naciye nêzî 5 metreyan li erdê kaş kir û li dora wê bi sedan welatî kom bûn. Piştî ambulans hat pîra 71 salî bi ambulansê rakirin nexweşxaneya dewletê. Li gel hemû mudaxaleyan Naciye li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Welatiyan xwest dozger bê cihê bûyerê lekolîn bike û bertek nîşanî polîsan dan. Lê dozger nehat cihê bûyerê. Şahidê bûyerê Fadime Ertugrul, diyar kir ku piştî polîsan bi panzêrê lê da ji bo wê bikujin li ser wê çû û hat û ew eciqand.

(rc)