Mamosteyên ereb bertek nîşanî tecrîd û dagirkeriya Tirkiyeyê dan
13:59
JINHA
AMÛDÊ- Mamosteyên ereb ên girêdayî Peymangeha Şehîd Pêyman li bajarê Amûdê ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkiyê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li ber Peymangehê ji aliyê Mamoste Fehid Şêx Îbrahîm ve hate xwendin. Fehîd got: "Em bi navê şagirtên peymangeha Şehîd Peyman Elî de mamostetiyê dixwînin, em dagirkeriya Tirkiyeyê ya Osmaniyan ku tu rewabûna wê nîne, şermezar dikin. Dewleta Tirkiyeyê bi erêkirina raya giştî ya cîhanê van kiryarên qirêj pêk tîne û di bin navê parastina sînorê xwe derbasê erda Sûriyeyê bû. Ev dagirkerî dagirkeriya Osmaniyan ku komkujiyên mezin pêk anî, tîne bîra mirov. Dewleta Osmanî ne tenê qetlîam herwiha koçberî, birçîbûn û hercure xirabî kirin. Dîrok xwe vedigerîne."
Fehed di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan xwe bi gotina parastinê vedişêre û ev tişt got: "Em ê berxwedana xwe, axa xwe û welatê xwe biparêzin. Di dawiyê de em ji raya giştî ya cîhanê dixwazin ku nerazîbûn û helwest nîşanî dewleta Tirkiyeyê bidin û bibin mûdaxîlê vê rewşê. Herwiha ji bo dawîkirina tecrîdê em banga hestyarî dikin û dixwazin demek beriya demekê hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were."
Daxuyanî bi diruşmeyên "Bimire dagirkerî" bi dawî bû.
(rh/cg/rc)