'Perwerde ji bo jinan girîng e'
14:29
JINHA
HESEKÊ - Li bajarê Hesekê yekemîn dewereya perwerdê ya ku bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongreya Star dewreya perwerdê hatibû destpêkirin îro bi dawî bû. Dewreya ku di meha Nîsanê de bi tevlîbûna 15'e jinan hatibû destpêkirin,endamên komîn, meclîs, saziyên civaka Sivîl, endamên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-JIN) bi merasîmek bi dawî bû. Dewreya perwerdê li Komîngeha Şehîd Felek a Taxa Miftî her roja Sêşemê 4 seatan de dihat dayîn.
Di dewreya ku 5 mehan berdawam kiriye de, waneyên girêdayî jiyan û civak, sîstema komîna, Parêznameya 5‘emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dîroka jinê û mijarên yê li ser exlaq, çand, Netewa Demokratîk hatin dayîn.
'Bi perwerdeyê re jin kesayeta xwe nas dike'
Piştî rêzgirtinê, Rêvebera Komîteya Perwerdê Leyla Qehreman li ser girîngiya perwerdekirina jinan rawestiya û wiha got: "Bi perwerdê re jin kesayeta xwe nas dike û dikare azadiya xwe bi dest bixîne. Her wiha jin rola xwe di civakê de aktîf dibe, hem pirsgirêkên dijî hem jî ya civakê çareser dike."
Leyla Qehreman destnîşan kir ku, tevlîbûna 15 jinan ji bo dewreya yekem re geveke serkeftî bû û bang li tevahî jinan kir ku, tevlî dewreyên perwerdê bibin.
'Perwerde ji bo hemû jinan pêdiviyek jiyanî ye'
Rêvebera Hêzên Parastina Jinê Firyal Silêman ku ji pêkhateyê ereb ên Urdunê ye da zanîn ku, perwerde ji bo tevahî jinan xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: "Perwerde ji bo hemû jinan girîng e. Pêwîste her jineke xwe perwerde bike, da ku karibe parastina xwe bike û li hember kevneşopiya pergalê têbikoşe û astengiyên pêşiya azadiya xwe ji holê rake."
Nalîn Subhî jî wiha got: "Bi rastî, min beşa felsefê di zaningehên rêjîma Sûriyeyê de xwendinbû. Min xwe têr didît, lê bi riya perwerdê re min dît ku ez şaş dihizirm. Di vê perwerdê de em hînê rastiyê jiyan û civakê bûn. Divê her mirov bi taybet jin perwerdê esas bigrin."
Jinan bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û Perwerde Perwerde û Perwerde" bi dawî bû.
(ee-ls/rc)