Lîsa Çalan çalakgerên grevê ziyaret kir

14:57

JINHA

AMED – Sînemager Lîsa Çalan a ku di mîtînga 5’ê Hezîrana 2015’an de birîndar bİbû û pişt re herdu lingên xwe winda kirin, çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret kir.

Sînemager Lîsa Çalan a ku di êrîşa li dijî mîtînga HDP'e ya 5’ê Hezîrana 2015’an de du lingê xwe winda kir hat serdana çalakvanên greva birçîbûnê. Lîsayê ligel astengiya xwe li ser sendeliya bi teker hat avahiya DBP’a Amedê û yek bi yek çalakvan ziyaret kir. Lîsayê rewşa çalakvanan pirsî û demek dirêj jî ligel çalakvanên jin sohbet kir.

Lîsayê, hevalê xwe yên sînemager ziyaret kir û bi dilgeşiyek mezin hev hembêz kirin.

(kom/rc)