Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Yuksel hat binçavkirin
15:47
Îlon
6
/ 2016
JINHA
AMED - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer hat binçavkirin.
Polîsan danê sibehê bi ser mala Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer de girt. Polîsên ku mal sehî kirin, Yukselê binçavkirin. Yukselê ku mebesta binçavkirina wê nehat zanîn, birin Muduriyeta Polîsan a Amedê.
Di baregeha heman lêpirsînê de hat zanîn ku bi ser gelek malan de hatiye girtin û hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
(rc)