Jinên Rojava biryara çalakiya grevê girtin - HATE NÛKIRIN
16:21
JINHA
AMÛDÊ- Rêveberên Rêxistinên Jinan civîna xwe ya asayî li salona Şaredariya Gel a bajarê Amûdê lidar xistin û biryara greva birçîbûnê bidin destpêkirin dan.
Rêveberên Rêxistinên Jinan ên TEV-DEM'ê li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê li salona Şaredariya Gel civîna xwe ya asayî pêk anîn. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pêkir. Piştre Cigira Seroka Kongreya Star Welîde Botî û Edalet Ehemd civîn birêve birin.
Di civînê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Leyla Beşar derbarê pêşketinên siyasî yên herêmê û Kurdistanê nirxandin kir. Leylayê destnîşan kir ku zîhniyeta ku tecrîdê ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tîne û ya ku êrîşê nirxê gelê bakûr dike û Rojavayê dagir dike ne ji hev qute û wiha pêde çû: "AKP'ê bi dagirkirina bajarê Cerablûsê re ket nava şerek giran. Lewre divê were zanîn em ne di rewşeke asayî de ne. Hedefa me ya esasî parastin û azadiya welatê xwe ye. Heya ewlekarî nebe dê tu proje û xebatên din jî biser nekevin."
Leylayê di dawiyê de jî bal kişand ser qetilkirina jinan û got ku, divê tevahî sazî û rêxistinên jin li hember zihneta kujer rêxistinbûna xwe berfireh bikin.
Piştî axaftina Leylayê raporê xebatê hat xwendin û nirxandina xebatê hat kirin. Rêxistinên jinan bi nirxandina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryar girtin ku ji sibê ve greva birçîbûnê ya ku hefteyekê dirêj bike, were destpêkirin. Ev grev wê heya 13'ê mehê bidome û her roj sazî û rêxistinek grevê dewr bigire. Konê greva birçîbûnê ya dorveger dê li Qamişlo taxa Hilîliyê were vedan û sibe jî Saziya Malbatên Şehîdan dê greva birçîbûnê bide destpêkirin.
Civîn bi nîqaşên li ser grevê bi dawî bû.
(rh/bc/rc)