Dayikên Aştî û saziyên li Amedê diherikin ziyareta çalakvanan

16:30

JINHA

AMED – Rêveber, endam û xebatkarên gelek saziyên li Amedê çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret kirin. Saziyan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê da nîşandan û dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman.

Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê yên Amedê, rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçeyên Rezan, Peyas, Sûr û Yenîşehîrê, rêveberên MEYA-DER, Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, xebatkarên şaredariyên Rezan û Peyas, çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ziyaret kirin. Heyetan, çalakvanan yek bi yek ziyaret kirin. Balkêş bû ku dayikan jî ji bo çalakvanan dua û niyazan kirin.

Di serdanê de li ser navê Meclîsa Dayikên Aşitiyê Hanîfe Akpolat axivî û diyar kir ku ji bo destê aşitî û demokrasiyê xurt bibe ew hatine vê çalakiyê ziyaret dikin û got ku ew ê heta azadiya Abdullah Ocalan ligel çalakvanan cih bigirin.

Piştî Henîfeyê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî axivî û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku bi hezaran zarokên gelê kurd jiyana xwe ji dest dane li virê vê çalakiyê li dar dixin.

(kom/rc)