Di semînera jinên ciwan de rewşa Rêberê PKK'ê hate destgirtin
16:45
JINHA
HESEKÊ- TJC bi rojeva rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek li dar xist.
Tevgera Jinên Ciwan ji bo bal bikişînin ser tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo jinên ciwan semînerek li dar xistin. Rêvebera YJC'ê Agirî Hesekê di semînerê de êrîşên li ser gelê kurd û Abdullah Ocalan nirxand. Agiriyê diyar kir ku, armanca dewleta Tirkiyeyê ji vê tecrîdê şikandina vîna gelê kurd e û wiha got: "Her li ser me zext zêde dibe, israra me ji bo jiyana azad jî zêdetir dibe. " Agiriyê girêdana jinên ciwan bi xeta azadiyê ya Abdullah Ocalan jî anî ziman.
Agiriyê anî ziman ku,tecrîd binkeftina siyaseta derve û hundir ya rejîma Tirkiyeyê ye û wiha pêde çû: "Gelê kurd li rojava û bakûrê Kurdistanê di nav berxwedaniyeke bêhempa de ye. Dewleta faşîst a Tirkiye ji ber van pêşketinên gelê kurd salek û nîve ku destûr nade bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk were. Ev îşkence ye. binpêkirina mafê mirovahiyê ye. êrîşkirina nirxên mirovahiyê ye."
Agiriyê di dawiya semînerê de jî biryardarî û girêdana jinên ciwan li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gotina: "Heya azadiya Rêberê xwe em ê li ser lingan bin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" bi dawî kir.
(ls/en/rc)