ROJEVA 07'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
* Rêvebera Kongreya Star Şêrîn Hesen têkîldarê şîdeta ku bingeha xwe ji desthilatdariya mêr digre nirxandin kir. Şêrînê got: "Çanda şîdetê çandek desthilatdariyê ye. Jin bi perwerdeyê re zanistiyê wan pêşdikeve û parastina xwe dikin."
* Şaxa Wanê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re banga piştevaniya bi bajarên berxwedanê re kir û got ji bo kewandina birînên welatiyên li qadên ji nûve tê avakirinê divê her kes destê xwe bike bin kevir.
* Jinan bertek nîşanê tayyînkirina kayyumên bên kirin dan û gotin: “Me şaredarên xwe bi îradeya xwe ya azad hilbijart. Ancax ger em bixwazin em dikarin bigirin. Me wisa hêsan şaredariyên xwe qezenc nekirin. Me bi sedan bedel dan. Ger hewce emê ji bo vê têbikoşin.”
* Zarokên ku şahidiya şoreşê dikin, li hember têkîliyên berjiwandî yên pergala kapîtalîzmê û sar, ruhê hevaltiya hevpar û avadikin. Zarokan gotin: "Jiyan bi hevaltiyek hevpar xweşe."
* Jinên Êlihê piştgiriyê dan çalakiya greva birçîbûva ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hatiyê destpêkirin. Jinan bang li hemû jinên kurd kir ku , xwedî li Abdullah Ocalan derkevin.
* Şervana YPJ’ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de cih girt û got ‘Rabin ser piyan têbikoşin, ev serkeftin wê ya me be’ gihişt nemiriyê, navê xwe li dîroka bajarê qedîm da nivîsî û wê di qêrîna azadiya jinan de her tim hebe.
* Jinên Botanê berxwedana Şirnexê bi gotina ‘Em jî nêzî azadiyê bûn’ di stranan de vedibêjin. Hanim Varge ya 70 salî ku silava azadiyê ji jinên Mînbîcê re şand hem azadiyê û hem jî berxwedanê bi stranan vedibêje.
* Jinên bajarê Til Temir bi çêkirina tirşo û konservayên bacanê sor amedekariya zivistanê dikin.