Şêrîn Hesen: Li hember şîdetê jinên Rojava çek hildan û dîwarên koletiyê hildiweşînin
09:07
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Rêvebera Kongreya Star Şêrîn Hesen têkîldarê şîdeta ku bingeha xwe ji desthilatdariya mêr digre nirxandin kir. Şêrînê got: "Çanda şîdetê çandek desthilatdariyê ye. Jin bi perwerdeyê re zanistiyê wan pêşdikeve û parastina xwe dikin."
Rêvebera Kongreya Star a Kantona Efrînê Şêrîn Hesen, di mijara şîdet, qetilkirin û kiryarên ku mafên jinê binpê dikin ji ajansa mera nirxand. Şêrînê destnîşan kir ku, şîdet encama çanda îqtîdara 5 hezar sale û got ku, civak warê zanistiyê xwe de pêşbikeve dê parastinê xwe jî hember pergalê pêk bîne.
'Êrîşa hember jinê ne ji rêzê ye'
Şêrînê bal kişand ku, asta şîdet û qetlîamê gihêştiye jor û wiha axivî: "Êrîşên hember jin mirov nikare ji rêzê bigre dest. Cureyên şîdetê ya li ser jinan gelekin. Mînak jinê biçûk dîtin, ji rêzê dîtin jî aliyek yê şîdetê ye. Li Kantona Efrînê di vê pêvajoyên dawî de 10 jin hatin qetilkirin. Bûyerên qetilkirinê ji bo me wek rexnedayîne. Diviya me xwe gihandibana tevahî jinan û wan bi rêxistin kiriba."
'Jin jiyanê li ser bingeha heskirin û wekhevî avadike'
Şêrînê da zanîn ku, berî pergala desthilatdariyê pêşbikeve, civaka xwezayî bi pêşengiya jinê rêve diçû û wiha pêl da axaftina xwe: "Jin jiyanê li ser bingeha heskirin, wekhevî û dadek rast avadike. Jin xwedewanda jiyanê bû. Jin bi ked û afrîneriya xwe bû xwedewand, ne bi şîdet û dora zorê ye. Civak bi xwezayî, vîn û hêza xwe dijiyan. Li vir mirov dikare qala hevsengiya jiyanê û mirovan bike."
'Pergal li gor xwe teşe daye jinê'
Şêrînê sîstema desthilatdariya mêr ya ku îro ji hêla sermayedariyê ve tê meşandin nirxand û wiha pêde çû: "Pergal li gor xwe teşe daye jinê. Di warê rûhî, hestî û ramanê de jin tune kiriye. Azadi û jiyana jinê tev teşeyî ye. Bê kok û cewhere. Di pergala kapîtalîzmê de jin bi hişmendiya serdest-bindest, dewlemend-heyar hatiye perwerdekirin." Şêrînê bi lêv kir ku bi şoreşa Rojava re êdî qalibên civakê yên ku bi zîhniyeta desthilatdariya kapîtalîzmê hatî avakirin tê şikandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jin li Rojava vê dîwarê şikandin û di hemû sazî û rêxistinên şoreşê de cih girt. Çek rakirina jinê eşqa ji bo welat û aştiyê îfade dike. Berxwedanî û rêxistinbûna jinê ku zanebûneke mezin pêşxistiye ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak. Jinên cîhanê me mînak digrin. Lê di nav şoreşeke wiha de kuştina jinan mijarek pir bi êş e û cihê rexnedayînê ye."
'Qetilkirina jinan bi berfirehî me girt dest'
Şêrînê anî ziman ku, wek Rêxistina Kongra Starê wan xebatek berfireh daye pêşiyê xwe û wiha got: "Piştî bûyera qetilkirina jinan ya li Kantonê me biryara xwe gihandina tevahî gund û nevçeyan girt. Li her gund û navçeyê em ê ji bo jin û mêran civîn pêk bînin. Qetilkirina jinan ne pirsgirêka jinane, pirsgirêka civakê ye. Gava ku mijarek bikeve rojevê bêguman wê çareseriyên mezin bi xwe re bîne. Bi riyê perwerde, civîn û semîneran ew ê nexweşiyên pergalê ji holê rabe."
(en/rc)