Di cejnê de ji bo bajarên berxwedanê banga piştevaniyê

09:09

JINHA

WAN – Şaxa Wanê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re banga piştevaniya bi bajarên berxwedanê re kir û got ji bo kewandina birînên welatiyên li qadên ji nûve tê avakirinê divê her kes destê xwe bike bin kevir.

Bi nêzikbûna Cejna Qurbanê re bangên piştevaniya ji bo bajarên ku berxwedanên rêveberiyên xweser lê jiyane didomin. Endama şaxa Wanê ya Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Rojava Behîce Abî ji bo cejnê banga hestiyariyê ligel kir û hewcedariyên gel hestiyarî kême.

Behîceyê got pêvajoya avakirina Geverê didome û got heta niha xaniyên 150 malbatan hatine tamîrkirin û got li Geverê ji ber şert û mercên dijwar yên zivistanê zû dest bi avakirinan kirine û got: “Hewcedarî bi çîmento, sac, paçe, derî û gelek tiştên din hene. Niha 500 malbat li bende ku xaniyekî ku têde bisitirin hebe. Em ketin payîzê. Sermayê dest pê kiriye. Kesên mexdur hewcedariyên wan pir zêde ne.”

'Hedef 2 hezar qurbanî bê berhevkirine’

Behîceyê da zanîn ku ji bo cejna nêz dibe qurbaniyan berhev dikin û got: “Dema em diçin navçeyan gel me erênî pêşwazî dike. Gel hewl dide qurbaniyên xwe bigihîne me.Emê van qurbaniyan hemû bighînin gelê Geverê. Xebata me ya genim ya me berê dabû destpêkirin jî didome. niha hedefa me eve ku em du hezar qurbanî berhev bikin.”

(db/ng/hu)